Serok Barzanî bi helkefta jidayikbûna Hezretî Mesîh pîrozbahî belav kir

Serok Barzanî bi helkefta jidayikbûna Hezretî Mesîh pîrozbahî belav kir

Dec 24 2020

ARK NEWS...Îro 22ê Berçileya 2020an, serok Mesûd Barzanî, bi helkefta cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh, nameyek belav kir.

Serok di nameya xwe de got: Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên Xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xwîşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Da zanîn: Li vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim, û hêviya wê yekê dixwazim xwîşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn, helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê de pîroz bikin.

Hêvî kir: Ev helkeft destpêkek be ji bo hemû mirovayetiyê ku li stemkarî û pejik û nexweşiyan rizgar bibin, û aştî û aramî û pêşketin li navçeya me û cîhanê de berqerar be.

Ş.E

327