Serok Barzanî Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz kir

Serok Barzanî Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz kir

Dec 12 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê bi helkefta salvegera 68an ya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, belav kir. Naveroka nameyê ev e

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên(Jinên) Kurdistanê

Bi helkefta 68. salvegera damezrandina yekîtiya we, Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû afret û jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê, wekî rêxistineke pêşeng ji bo çespandin û desteberkirina mafên afretan, rêxistineke têkoşer û xwedî dîroke û rola xwe li şoreş û xebata gelê me ya li qonaxên cûda cûda de hebûye. Her li palpiştîkirina şoreş û Pêşmerge heta hişyarkirina jinan û berevanîkirina li mafên wan.

Ew çaverêyî herdem li Yekîtiya Afretên Kurdistanê heye ku li gel rêxistinên cemaweriyên din fakterê bihêz bin ji bo pêşxistina jiyana medenî û çanda pêkvejiyan û nehiştina tundiya civakî û malbatî û her wiha kûrkirina hizr û bîra neteweyî û niştimanperweriyê.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
11.12.2020

231