Qamişlo... Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya ENKSê civîna xwe li dar xist
Dec 10 2020
ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo nivîsgeha Jin û Zaroktiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal li dar xist.
Bi amadebûna hemû endaman nivîsgeha Jin û Zaroktiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal li dar xist û tê de rewşa rêxistinî ya nivîsgehê û çawaniya pêşketina wê gengeşe kirin.
Herweha behsa rewşa siyasî û pêşhateyên nû li deverê û danûstandinên kurdî kurdî kir.
Di dawiya civîna nivîsgeha jin û zaroktiyê ya ENKSê de behsa pêşniyar û çalakiyên di qonaxa bê de hate kirin.
343
