PDK-Sê çilrojiya xebatkar Seyid Yûsif li dar xist

PDK-Sê çilrojiya xebatkar Seyid Yûsif li dar xist

Dec 08 2020

ARK NEWS... Bi amadebûna kadir, serkirde, cemawerên partî û encûmenên xwecihî li Çil Axa û Girkê Legê û xelkê gund û kesayetên nîştmanî li deverê, Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya çilrojiya koçbarkirina kadrê xwe xebatkar Seyd Yûsif endamê encûmena herêmî li gundê Babasiyê yê ser bi gundewarê Çil Axa ve li darxist.

Di çilrojiyê de, Ebdulkerîm Mihemed berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê gotarek bi navê partî da, û li ser xebata Yûsif di nav refên partî û xizmeta doza kurdî axvî. Herweha di wê boneyê de behsa dawîtirîn pêşhateyên danûstandinên kurdî û propegendayên nerînî û hewlên pûç û bêsûd li dijî Pêşmergeyên Roj kir.

Elî Ferso jî gotina xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan, û Xelîl Osê gotara xwecihiya Girkê Legê ya ENKSê pêşkêş kirin.

Di dawiyê de gotara malbatê ji aliyê Zinar ve hate xwendin û spasiya hemî beşdaran li ser wefadariya wan kir.

223