Xwecihiya Til Temirê ya ENKSê civînek li dar xist

Xwecihiya Til Temirê ya ENKSê civînek li dar xist

Dec 03 2020

ARK NEWS... Roja Sêşemê 01ê Berçileya 2020an xwecihiya Til Temirê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîneke asayî li dar xist û tê de çendîn mijarên giring derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rewşa hersê navçeyên kurdî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê gotubêj kirin.

Xwecihiya Til Temir ya ENKSê li bajarê Til Temirê û bi amadebûna tevaya endamên xwe civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybet gotubêj kirin, herweha behsa danûstandinên navbera herdu aliyên Kurdî Kurdî, û berdewamiya êş û azarên xelkê li hersê herêmêm Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Rewşa rêxistinî ya xwecehiyê û çawaniya ektîvkirin û pêşketina kar û rola xwecehiyê di nava cemawerê xwe de beşkekî din bû ji wê civînê .

212