Efrîn .. Hijmarek ji malbatên kurd vegeriyane gundên xwe

Efrîn .. Hijmarek ji malbatên kurd vegeriyane gundên xwe

Mar 26 2019

ARK NEWS .. Tevî rêgirî û nehiştina PYDê ji vegerê û girûpên çekdar ji derbasbûne re, Hijmarek ji malbtên kurd yên ji ber şerê sala bûrî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê derbider herêmên derdora Helebê bûne, carek din vegeriyane ser mal û milkên xwe, û biryar e hijmarek mezin ji malbatan vegerin Efrînê .

Jêdereke taybet ji bajarê Efrînê duh 25/3/2019an ji ARKê re ragihand ku ji çend rojên bûrî de hijmarek ji malbatên kurdên Efrînê yên derbiderî Helebê bûne li bajar û gundên xwe vegeriyan bê ku zaniyarên bêtir derbarê hijmara giştî ya malbatan diyar bike .

Jêderê bal kişand ser ku biryar e 2000 otombêl ji kampên derbideran ji Fafîn, Til Qirah, Til Sosîn û gundên din li ser beşan vegerin Efrînê ew jî li gor rêkefita ku navbera şanda Rûsî û Turkî de hatiye îmzekirin dê were cibicîkirin.

Di 18/3/2019an civînek navbera şandek Rûsî û berpirsên Turkiyê li Efrînê hat lidarxistin û di wê rojê de rewşa amedebaşiyê hatibû ragihandin tê de li gor agahiyan ku di civînê de dê riya Efrîn û Til Rifat were vekirin da ku rê li pêşiya vegerê vekin di heman demê de erebên ku li gund û navçeya Efrînê hatin bicîkirin werin derxistin û berê wan bidin herênin din .

Di sala 2018an di deh hezaran ji kurdên Efrînê dest ji mal û milkên xwe berdan û berê xwe dan derdora Helebê li Nubil, Zehra, Fêfîn, Til Rifat bi cî bûn tevî derbasbûna bêtir ji salekê ji derbiderbûna wan lê hîn jî PYDê j rêgiriyê ji vegera wan rij û berdewam e.

Ş.E


653