6 Sal in xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd di bin eşkenceyê de şehîd bûye

6 Sal in xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd di bin eşkenceyê de şehîd bûye

Dec 02 2020

ARK NEWS... Îro 2ê Berçileya 2020an, 6 sal ser şehîdbûna Ebdulkerîm Mehmûd bavê Yelmaz endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, û endamê taxa Zorava ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Şama paytexta Sûriyê derbas dibin, ku dibin eşkenceyê, li zîndanên rêjîma Esed de jiyana xwe ji dest, û şehîd bû.

Xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd bavê Yelmaz bi tometên endamtiya partiyeke qedexekirî, û nerewa û biçekkirina ciwanên kurd li taxa Zorava ya Şama paytext, ku ew tax piraniya neşteciyên wê kurd in hate zîndankirin, û piştî du salan ji girtinê ji aliyê rêjîma Esed ve û ji ber ku rastî lêdan û eşkenceyê hat, jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû .

Xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd bavê Yelmaz yek ji niştîmanperwer û welatparêzên kurdên Rojavayê Kurdistanê bû, û bi dilsozî xizmeta doza gelê xwe dikir, û di gelek mangirtin û xwepêşandanên dijî rêjîma Sûriyê beşdarî kiriye.

Yek ji endamên komîta amedekarên xwepêşandana li pêş Qesra Esed 1986an de bû, herwiha yek ji endamên koma Kawa ya çand û hunerî bû. Ji ber çalakiyên wî yên siyasî û civakî û çand û hunerî di newrozan û helkeftên kurdî de, rastî gelek astengiyan hat, û dihate zîndankirin û lêpirisîn û vekolîn pê re dihat kirin.

Piştî çalakî û liv û tevgera wî yên berçav, bû armanca rêjîma Esed, di 21 Tîmreha 2013an ji aliyê ewlekariya rêjîma Esed dema girtin ser mala wî hat binçavkirin, û tometên wî heman tometên ku rêjîma Esed arastey hemû girtiyên xwe yên siyasî dikirin, bû.

Ji bo çend heyvan li şaxên ewlekariya rêjîmê ma, piştre ji bo zîndana Edra ya navendî li bajarê Şamê hate veguhestin, û di wê derê de, ji aliyê sêxoriya rêjîma Sûryê rastî lêdan, eşkenceyê, û sitemkariyê hat.

Xebatkar Ebdul Kerîm Mehmûd bavê Yelmaz endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDKSê, û endamê taxa Zorava ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Şama paytexta Sûryê bû, xelkê gundê Kengelo yê devera Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, û nişteciyê taxa Zorava ya Şamê bû.


Di 2ê Berçileya 2014an de di zîndana rêjîma Esed de jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû, li Şama paytexta Sûriyê bi xaê hate spartin.

Ş.E


444