Efrîn .. Encûmenê navê Kurdistanê bo Gulistanê guhert

Efrîn .. Encûmenê navê Kurdistanê bo Gulistanê guhert

Jul 01 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di dema wergirtina keça bi navê Kurdistan ji nasnameya ku li ser wan hatine sepandin derxînin, matmayî ma ku navê xwe hatiye guhertin, tevî hewlên berdewam ji bo vegerandina navê xwe, lê ta niha bê encam e.

Keça bi navê Kurdistan ku ji aliyê rêjîma Esed danpêdan bi navê wê hatibû kirin, û bi fermî hatibû tomarkirin navê wê ji Kurdistan di nasnameyên nû yên ku ji aliyê girûpên çekdar ve têne der ji bo Gulistan hate guhertin.

Li gor Rêxistina Mavê Mirovan li Efrînê ragihandiye ku Encûmena Xwecihî di dema nasnameya nû ji Kurdistan Hesen ya ji gundê Hesen Kilkawî yê ser bu Raco ve re derxistiye, navê wê yê resen ji bo Gulistanê guhertîne .

Heman jêderê tekez kit ku tevî çûn û hatina Kurdistanê di çarçovaya heyvekê ji navenda encûmenê re, lê ew liv û tevger bê sûd û encam bûn, bi bihaneya ku pirsgirêk di tora entirnêtê de heye. Hîn jî navê wê ne hatiye guhertin .

Rêxistina Mavê Mirovan li Efrînê bang li rêxistinên mafnasî û mirovî kir ku li pêş kiryar û binpêkirinên wiha rawestin, nexasim doseya Kurdistanê da ku karibe navê xwe yê resen vegerîne û berdewamî di mafê xwe li gor yasa û biryar danpêdankirî bîne.

Guhertina navê Kurdistan ji bo Gulistanê bo cihê rexnê û bi şêweyekî tund û tûj hate şermezrkirin û riswakirin û banga destêwerdanê kirin. Li gor wan çavdêr û çalakvanan ku ya girûpên çekdar bi navê Kurdustanê kiriye rêjîma Basa nijadperestî û şofînî nekiribû.

Ş.E

871