Pakrewan Leyla Qasim – Jiyan û Xebat

Pakrewan Leyla Qasim – Jiyan û Xebat

May 12 2019

ARK NEWS .. îro Yekşemê 12 Gulanê 2019an 45 sal li ser şehîdbûna pakrewan Leyla Qasim re derbas dibin ku di heman rojê de di 1974an bi destê rêjîma Basa Iraqî hate şehîdkirin.

Ciwan û Xwendekar, rewşenbîr û xwebatkar, tokoşer û şoreşger, Pakrewana qedirbuhaya kurd Leyla Qasim di rojeke weke îro de 12 Gulana 1974an bi destê rêjîma Basa faşist ji bir xebata wê şehîd bû .

Pakrewan Leyla Qasim Melikşahî Feylî di 27ê Berçileya sala 1952an li gundê Misfa yê ser bi bajarê Xaneqîn ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî û navendî li wê derê berdewam kiribû .

Dalaho Qasim bavê wê wek karker li bajarê Xeneqînê yê herêma kurdistanê de kar dikir û piştî xaneşînê berê xwe da Baxdayê li wê derê Leyla Qasim xwendina xwe di kolîje Wêje beşê Zanista Civakî xwend û di karê rojnamegeriyê de kar kir .

Pakrewana kurd di despêka jiyana xwe de di Partiya Demoqrat ya Kurdistanê PDKê xebata xwe kir û bi çalakiyan radibû .

Di salên 70î de bi çalakiyên xwe yên siyasî li dijî hikûmeta Basa faşist rabû û rastî gelek astengiyan dihat .

Ji ber xebat û çalakiyên wê di 26 Nîsana 1974an de bi dergistiyê xwe Cewad Hemawendî û hijmarek ji rêhavalên xwe re wek Nerîman Fûad Mistî, Azad Slêman Mîran, Hemereş û Hesen Mihemed Reşîd hatin binçavkirin .

Di yekem serdana malabata wê ji bo Leyla di zîndanê de ji malbata xwe xwest di seredana bê de ji wê re cobir û kincên nû bînin .

Di dema malbatê ew tiştên xwestine jê re anîn bi cobirê hin bisk ji porê xwe birî û diyarî da xweşka xwe da ku bibe bîranîn li ser tekoşîna wê û rûbirûbûna mirin û sitemkaran re .

Derbarê kincên nû Leyla ji xwişka xwe re got ku piştî çend rojan ew dê bibe bûka Kurdistanê lewma divê ew bi şêweya herî rind û ciwan hembêza axê bike .


Di dema zîndanê de rastî gelek sitem û eşkenceyê hat û her dem di rûyê dujminan de diqîrand ku ew wek her dilsoz û wefrdarekî ye ku xwîna xwe kirin qurbanî da ku li hember sitemkariya ku li hember kurdan têne encamdan rawestiyane wek kesên ku rastî zîndan û kuştin û koçkirin hatine .

Eşkenceya ku rastî hatiye xirabtirîn eşkence bû ku çavê wê derxitin û laşê wê ji lêdanê reş kirin û ji şêwe xistin .

Di 12ê Gulana 1974 ji pakrewan Leyla û dergistiyê wê re rastî dadgeheke ne fermî û ne yasayî hatin û bi hovane hate bi dar vekirin û şehîd bû .

Di dûyem roja şehîdbûnê termê wê yê pak ji bo malbatê hate radestkirin û bi cil û bergên xwe yên kurdî li bajarê Necef li goristana Wedî EL Selam dûr ji cî û warê xwe bi xak hat spartin .

Li seranserî Kurdisatnê her sal di 12ê Gulanê de kurd pakrewana leheng û gernas Leyla Qasim tînin bîra xwe û rol, bandor û tekoşîna wê bi serbilindî û serfirazî tê behskirin û kurzek helbest û stran li ser hatine gotin .

Di dîroka Kurdî de bi sedan jin serpêhatiyên xwe di dîrokê de tomarkirine û herdem ji civakê re tekez kirine ku jin di her tiştekî de ne kêmtirin ji mêran û ew jî dikarin rola xwe bilîzin .

Ş.E

926