Salek li ser komkujiya Til Rifetê di dermafê koçberkiriyên Efrînê de derbas dibe

Salek li ser komkujiya Til Rifetê di dermafê koçberkiriyên Efrînê de derbas dibe

Dec 02 2020

ARK NEWS... Di 2yê Berçileya sala 2019an de grûpên çekdar yên destê xwe danîne ser herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komkujiyek di dermafê koçberkiriên Efrînê yên li Şehbayê encam da. Tê de zêdertirî 20 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Di hûrguliyên komkujiyê de, grûpên çekdar bi top û mûşekdan bajarokê Til Rifetê yê gundewarê Helebê, armanc kir, di encamê de 10 welatî şehîd bû, 8 zarok bûn , û du welatiyên bitemen bûn.

Navên qurbaniyan li gorî ARKê belge kiriye ev in
Ebdulfetah Elîko 3 salî
Hemûdê Mihemed Elî 11 salî
Mustefa Mihemed Mecîd 10 salî
Mihemed Umer Hemê 7 salî
Arif Cafer Mihemed 6 salî
Îmad Ehmed Kêfo 9 salî
Semîr Ebdulrehman Hiso 12 salî
Mihemed Ebdukrehman Hiso 15 salê û herdu welatiyên bitemen Husên Ebdula Kildedo 74 salî
û Elî Mehmûd Usman 54 salî.

Ji bilî wan derdora deh welatiyên sivîl bi tundî birîndar bûn, kumkujî bi tundî hat şermezarkirin, nexasim cihek niştecîbûnê, hat armanckirin, û piraniya qurbaniyên zarok bû.

Bajarokê Til Rifetê li Bakurê Helebê dikeve, tê de koçberkiryên Efrînê yên ji ber şerê operasyona Turkiyê ya sala 2018an de reviyane dimînin, herwiha li 5 kampan û gundêm Ezazê bi cî bûne. Di her dem û demekê de şer û pevçûn li wan deveran rû didin, û sivîl û dibine qurbanî û bacê didin.

Ş.E


376