Penaberekî ji şêniyê Kobanê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

Penaberekî ji şêniyê Kobanê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

Nov 26 2020

ARK NEWS... Penaberekî kurd ji şêniyê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber teqîna sobeya malê, li bajarê Hewlêrê, jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî dane zanîn ku ciwanê kurd, Tewfîq Hesen Bozî ji ber teqîna sobeyê jiyana xwe ji dest.

Ciwanê kurd ji gundê Bîr Mehlî yê Kobanê ye, temen 30 salî ye, li pêşesaziya Hewlêrê kar dikir.

Beriya du rojan jî du penaberên kurd rastî bûyerekê hatibû, yekî ji wan yekser jiyana xwe ji dest da û penaberê din jî bi tundî birîndar bû.

Ş.E



266