Elmaniya... Ciwanekî Tirbespiyê bi koronayê jiyana xwe ji dest da

Elmaniya... Ciwanekî Tirbespiyê bi koronayê jiyana xwe ji dest da

Nov 23 2020

ARK NEWS... Li Elmanyayê, ciwanekî kurd ji şêniyê bajarokê Tirbespiyê, duh 22ê Mijdara 2020an, ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên bi destê ARKê katine: Mûhened Nûrî Mehmûd, dema seredanekê çûbû Elmanyayê, ji ber pêketinê bi koronayê, koça dawî kir.

Navbûrî jidayîkbûyê 1991ê ye, ji malbateke welatparêz e. Ji ber leşkeriya neçar berê ji Sûriyê dabû Turkiyê, ji wir jî xwe gihandibû Nimsayê. Ji Nimsayê berev Elmanyayê bi seredaneke malbatî rabûbû, li wir rastî êşekê hat û ji bo nexweşxaneyê hatinû veguhestin.

Heman jêderê nîşan bi wê yekê dan: Li nexweşxaneyê çû ber dilovaniya Xwedê, li gor pişkinînên nexweşxaneyê; sedema mirinê korona ye.

Ş.E

269