PYDê hunermend Ciwan Hesen serbest berda

PYDê hunermend Ciwan Hesen serbest berda

Nov 22 2020

ARK NEWS... Li kampên Şehbayê, çekdarên PYDê hunermendî Kurd ji xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê serbest berda.

Jêderên xwecihî ji ARKê re ragihandin ku çekdarên PYDê hunermend Ciwan Hesen piştî bêtir ji heyvekê ji girtinê serbest berda.

Jêderan tekez kirin ku sedema girtina hunermend Ciwan Hesen ew bû ku hunermend li ser weşanekê di fêsbûkê de rexneyên tund li PYDê kiribû.

Di rexneyên xwe de hunermend Ciwan Hesen gotibû ku rêveberî nikare dermanekê ji dayîka wî ya nexweş re dabîn bikin.

Piştî ku bêtir heyvekê hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Ş.E


231