Neteweya Derew-qiratîk

Neteweya Derew-qiratîk

Nov 06 2020

Neteweya Derew-qiratîk

Derewek mezin û qerase li cem PKK heye, û mixabin, rojek ji rojan, min jî vê derewê bawer kirbû û weke rastiyeke ber bib çav û dîrokî û bêguman didît! Weke hemû PKKiyan vê derewê, weke benîştê qereçiya, min dicût.

Li gorî derewa PKK: deskefeteke Kurdan li kur hebe, yan eger di siberojê de çê bibe, di Kurdistanê de yan li jî Argantînayê, yan li ser heyvê be, ew deskeft, tenê serencama çekên PKKê ye û berhemeke ji berhemên xebata PKKê ya çekdariye! çi guherîn û veguherîn li Amerîka, Afrîka û Asiya

çêbe, tenê ji ber çekên PKKêye çê dibe

Vê derewê û gelek derewên din yên PKK ku pir in û dawî li wan nayê, min jî bawer dikir û belav dikir û ji wan re li çepikan dixist

nûka, sitirana Şivan Perwer "lo me çi kir, me çi kir

me xwelî li serê xwe kir" çiqas li bejn û bala me tê

Ta nuha, hîn gelek xwelîser ji derewên PKK bawer dikin. Hinek di nav dostên PKK de hene baş derewiyên PKK nas kinine, lê didin xatirê xwîna keç û xortên Kurdan ku li ser rêya derewên PKK hatiye û tê rijandin

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

549