Qamişlo... PDK-Sê seredana gorên şehîd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir

Qamişlo... PDK-Sê seredana gorên şehîd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir

Nov 05 2020

ARK NEWS... Roja Sêşemê 03. 11. 2020, şandek ji Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê seredana gorên her yek ji şehîd Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir.

Di salvegera 24an de ya şehîdbûna emnîdarê giştî yê berê yê Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (Elpartî) ku, niha bi navê PDK-Sê naskirî ye Kemal Derwîş û hevalê wî endamê polîtbîroya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê Şêxmûs Yûsif ku, niha navê wê jî PDK-Sê ye şandek ji PDK-Sê seredana gorên herdu şehîdan kir. Hewerha partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û kesayetên siyasî û civakî di merasîman de beşdarbûn.

Gurzên gulan danîn li ser gorên wan û gotina PDK-Sê ji aliyê endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Beşar Emîn hate pêkêşkirin.

206