Îro salvegera 7 ya xebatkar û siyasetmedarê kurd 'Ebdulrehman Alûçî ye
Îro bi boneya salvegera heftan ya xebatkar , siyasetmedarê kurd û Sikrtêrê berê yê ELPartî 'Ebdulrehman Alûçî, Diktur 'Ebdulhekîm Beşar endamê polît bîrûya partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya nameyek velavkir û têde da zanîn ku hevalên Partiyê xewna mamosta 'Ebdulrehman Alûçî bi cih anî û partî kire yek û partiyên kurdî yên ku di yek rêbazê de kardikin , me di yek partiyê de kom kirin, ew jî partiya Demokrata Kurdistan – Sîriya ye .
Diktur 'Ebdulhekîm Beşar herwiha nivîsye , di salvegera te ya heftan de, em rojên têkoşanê û xebatê li dijî Rêjîma Be'sa Diktatur li bîra xwe tînin , me gelek tiştan wek hev hizir dikir, û kêm tiştan de , cûdahî dinavbera hizirên me û nerînên me de hebûn.
Lê derbarê piris û doza milletê kurd li Kurdistana Sûriyê li ser rêbaza kurdayetiyê û rêbaza Barzaniyê Nemir em yek bûn û em di yek xendeqa hizirî û siyasî de bûn.
Em rijdin li ser rêbaza Barzaniyê Nemir û Berevaniya diber mafên milletê kurd e heta ku mafên milletê kurd yê rewa bidest bînin , li gor biryarên kongirê yekbûnê yê partiyê û parastna mafên kurdan bi hemî ryên rewa û pêşketî.
626
