Efrîn .. Ji ber gulebaraneke bê serûber welatiyekî Cindirêsê şehîd bû

Efrîn .. Ji ber gulebaraneke bê serûber welatiyekî Cindirêsê şehîd bû

Jul 06 2018

Ji ber gulebaranek bê serûber û wek diyarkirina kêfxweşiyek ji şahiyekê re welatiyekî kurd xelkê Navçeya Cindirêsê ya Efrînê şehîd bû û yek jî birîndar bû .

Welatiyekî Gundê Baflorê ku bi xwe xwediyê dukaneke bazirganiyê ye li navenda Navçeya Cindirêsê ji ARKê re da zanîn ku roja Pêncşemê piştî nîvro dengek fîşekên bi hêz li navenda bazar hate bîstin û piştre hate diyarkirin ku ji ber şahiyekê bû .

Jêderê herwiha da diyarkirin di encama wê gulebarana bê serûber ciwanek bi nave Şiyar Bakîr birîndar bû û ji ber wê yekê ji bo nexweşxaneya Turkiyê hate veguhestin lê ji ber birîna wê ya giran di heman rojê de ango di pêncê meha Tîrmehê de şehîd bû .

Jêdera ji nava Cindirêsê bal kişand ser wê û got welatiyekî din di encama wê gulebaranê de birîndar bû û ew jî ji bo nexweşxaneyekê hate veguhestin da ku çareseriya xwe bibîne û hin bazirgan neçar bûn dukanên xwe bigrin û berê xwe bidin malên xwe.

Beriya niha jî di dema ragihandina encamên helbijartinên Turkiyê û serkeftina partiya desthelatdar Partiya Dad û Geşûpêdanê girûpên çekdar rewşek tevliheviyê li navend û gundên Efrînê bi avêtina fîşekan di esmanan de çêkirin û li gor jêderên xwecihî ki di encama wê yekê de hin welatî birîndar bibûn .
ŞÊXO EFRÎNÎ

694