Mihemed Ismaîl dê semînarekê pêşkêş bike
Oct 24 2020
ARK NEWS... Bi helkefta salvegera 9an ya damezrandina Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, encûmana xwechî ya ENKSê li Amûdê dê semînarekê îro Şemiyê 24ê Cotmehê li dar bixe.
Di semînarê de endamê desteya serokatiya ENKSê Mihemed Ismaîl demjimêr 4ê êvarî bi dema Qamişlo li hola Seyran li bajarê Amûdê dê pêşkêş bike. Semînara siyasî li ser dawîn pêşhateyên siyasî ye.
285