ENKSê bûyerên Bexdayê şermezar kir

ENKSê bûyerên Bexdayê şermezar kir

Oct 19 2020

ARK NEWS... Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, êrîşa Heşda Şebî li ser barageha Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê, li Bexdayê bi tundî şermezar kir.

ENKSê got, ku ev pêngav û kiryara hovane di çarçoveya helmeteke kîn û zikreşiyê de ye li dijî gelê kurd li Başûrê Kurdistanê, ji aliyekî siyasî nexêrxwaz ji Iraqê re hatiye, bi armanca dirustkirina tevlîhevî û ne aramiyê li welatê Iraqê û destwerdan di karûbarên wî welatî de ye.

Ev êrîş di demekê de ye, ku hikûmeta federal dixwaze hemî pirsgirêkên nakokî di gel hikûmeta Herêmê re çareser bike, û kar li ser vegera Kurdên Êzîdî yên koçberkirî bo malên wan li Şinganglê bike, û hemî aliyên çekdar jê derxîne û rêveberiya wê radestî gelên herêmê bike.

211