Li bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû da
Oct 10 2020
ARK NEWS... Îro Şemiyê 10ê Cotmeha 2020an, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû, û di encamê de ziyanên madî hebûn.
Jêderên xwecihî ji ARK re ragihandin, ku li bajarê Serê Kaniyê mayînek teqiya û ziyan bi tenê madî bûn.
Salek li ser êrîşa girûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve li ser herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas bû, û ji wê demê ve ta niha êdî aramî li wan bajaran peyda nabe û herdem û demekê teqîn rû didin.
384
