Trump û hevjîna xwe bi koronayê ketin
Oct 03 2020
ARK NEWS... Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand, ew û hevjîna xwe Melaniya Trump bi koronayê ketine.
Donald Trump di twîttekê de ragihand, “îşev ez û xanima yekem ya Emerîkayê, encamên pişkinînên me yên koronayê pozîtîv derketin. Em rasterast dest bi dermankirin û kerentînê dikin û em ê pêkve vê derbas bikin.”
Serokê Emerîkayê pêştir di twîtekê de ragihandibû, şêwirmendeka wî bi koronayê ketiye û gotibû, “Hope Hiks ku pir baş kar kiriye û bêhnvedaneke kurt jî wernegirtiye, bi koronayê ketiye.”
522