
Serok: Ebas hemû jiyana xwe ji bo bidestxistina maf û azadiya gelê welatê xwe terxan kiribû
ARK NEWS... Bi koçadawiya Mihmemed Emîn Ebas, endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye kir ku naveroka wê jî ev e:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ji bo xuşk û birayên li serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koçadawiya Kek Mihemed Emîn Husên Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye gihîşt me.
Xwedê jêrazî hemû jiyana xwe bi navê bidestxistina maf û azadiya gelê welatê xwe terxan kiribû.
Di demek de ku sersaxiyê li we yên birêz û tevahiya kadîrên partiya we ya têkoşer û nas û kesûkarê xwedê jêrazî dikim.
Xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji Xwedayê mezin hêvîdar im giyanê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
29.09.2020
488