Pentagon: Emerîka naxwaze li herêmê şerekî berfireh derkeve

Pentagon: Emerîka naxwaze li herêmê şerekî berfireh derkeve

Feb 07 2024

Cîgira Berdevka Pentagonê ragihand welatê wê naxwaze şerekî berfireh li navçeyê çêbibe û naxwaze li dijî Îranê şer bike.

Sabrîna Sînx Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê eşkere kir, Heta niha 167 êrîş li ser baregehên Emerîkayê yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

Cîgira Berdevka Pentagonê diyar jî kir ku Hêzên me ji bo piştgiriya şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê ne.

Li hember kuştina 3 leşkerên Emerîkayê li baregeha T-22 ya li ser sînorê Urdinê, Emerîkayê 85 bingeh û baregehên grûp û mêlîsên bi ser Îranê ve li Iraq û Sûriyê armanc kirin.

206