Ragihandina PDK-Sê nameyek sersaxiyê belav kir
Sep 29 2020
ARK NEWS... Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya nameyek sersaxiyê bi koçadawiya Mihemed Emîn Ebas, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê belav kir.
Di nameya ragihandina PDK-Sê de hatiye ku xebatkar ji nexweşxaneya Azadî ya Duhokê, ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê dihat veguhestin da ku çareseriya xwe bibîne lê di roja Duşemê koça dawiyê kir.
Ragihandina PDK-Sê da zanîn ku xebatkar ji ciwaniya xwe ve tevlî Partî bûye û karê xwe berdewam kir heta ku gihişt komîta navendî.
Ş.E
520