Dêrik... Endamekî PDK-Sê koça dawî kir

Dêrik... Endamekî PDK-Sê koça dawî kir

Sep 28 2020

ARK NEWS... Li gundewarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê xebatkar û endamê encûmena xwecehî yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Ehmed Silêman Mihmed koça dawî kir.

Roja Şemiyê rêxistina Dêrikê ya PDK-Sê belav kir û got, ku bi dilekî şikestî koçbarkirina endamê encûmena xwecihî yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Ehmed Mihmed radighînin û hêviya sersaxiyê ji malbat û hevalên wî re dixwazin û Xweda wî bi behişta xwe ya rengîn şad bike.

Xebatkar Ehmed Silêman Mihemed piştî rûbirûbûna nexweşiyeke giran bêhtir ji du salan roja Înê 25. 09. 2020, li mala xwe ya li gundê Kelhê yê devera koçera ya derdora Dêrikê koça dawî kir û li zêdê xwe bi xak hat spartin.

Mihmed di salên heştêy de ji sedsalya bûrî tevlî refên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bûye û pabendî bi doza gelê xwe û rêbaza Barzaniyê nemir kir, ta roja barkirina xwe.

Xebatkar Ehmed jidaykbûyê salba 1958an e û 4 zaroyên wî hene.

497