Ewropa 2.7 milyar yoro ji Sûriyên li Turkiyê dimînin re şandine
ARK NEWS .. Komisyona Ewropyê ragihand, ku ta neha 2.7 melyon yoro alîkarî ji bo penaberên Sûriyê yên li Turkiyê dimînin re, hatiye pêşkêşkirin.
Di daxuyaniyekê de roja Sêşemê komisyona Ewropyê derbarê pirograma şandina alîkariyên darayî ji bo penaberên Sûriyê yên li Turkiyê dimînin, ku soz dabû Tirkiyê, 6 milyar yoro terxan bike wekû alîkariyekê û li gorî komisyonê, ku ta neha tenê 2.7 milyar ji aliyê wlatên Yekîtiya Ewropayê ve ji bo penaberên Sûriyê yên li Turkiyê dimînin hatiye şandin .
Li gorî daxuyaniyê de hatiye blavkirin, ku tê pêşbînîkirin ta dawiya vê salê de, ew alîkarî bigehe 3ê milyar yoro.
Di lotkeyên Turkî Ewropî de, di navbera herdu salên 2015- 2016 Yekîtiya Ewropayê biryar dabû, ku 6 milyar yoro ji bo penaberên Sûriyê yên li Turkiyê dimînin pêşkiş bike, û ta neha 2.7 Milyar yoro pêşkêş kiriye.
545
