7 sal in Ehmed Sîdo revandî ye

7 sal in Ehmed Sîdo revandî ye

Sep 10 2020

ARK NEWS... 7 sal ser revandina endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê li taxeke Helebê re derbas dibin, û ta niha tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina wî de nehatiye der.

Di 10ê meha 9an sala 2013an de girûpek ji çekdarên PYDê Ehmed Sîdo endamê PDK-Sê li taxa Şêx Meqsûda Helebê li pêş mala wî revand û berev cihekî nediyar bir, û ta niha tu nûçe derbarê jiyana wî de derneketiye.

Tevî hewlên berdewam ji malbata Ehmed Sîdo ji bo diyarkirina çarenivîsa wî, lê ta niha û piştî derbasbûna 7 sal ser revandina Sîdo re, tu agahî li ser wî tune ye eger hîn di jiyanê de maye yan hatiye terorkirin.

Ehmed Sîdo ji şêniyên gundê Hisê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye, û neşteciyê taxa Şêx Meqsûd bû û beriya ku 4 Partî sala 2014an de bibin yek ew wek endamê partiya Azadî li Sûriyê bû.

ji destpêka şoreşa Sûriyê û ta roja weke îro bi hezaran ji welatiyên Sûriyê ji Ereb û Kurdan di zindanên rêjîma Sûriyê, PYDê DAIŞ, Eniya Nesra û girûpên opozisiyonê de hene û piraniya wan di zindanê Sûriyê de ne ku beriya niha 10000 navên girtiyan yên dibin eşkenceyê de hatibûn terorkirin belav kirin û tevî wê yekê bi sedan di zindanên PYDê û rêjîmê de ne wek serkirde û endamên PDK-Sê girtî ne ku di 24/10/2012an de endamê polîtbîroya PDK-Sê Behzad Dorsin ji aliyê PYDê ve hatiye revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e herwiha parêzer Idrîs Elo ku 8/11/2013an de ji aliyê PYDê ve hatibû revandin serbarî bi dehan ji girtiyan tu zaniyarî li ser wan tune ne û danpêdanek fermî ji PYDê derbarê girtiyên navbûrî derneketiye.

Ş.E

276