Elbehra: Bi rêya Siyasî ne ya Leşkerî dawî bi kirîza Sûriyê tê

Elbehra: Bi rêya Siyasî ne ya Leşkerî dawî bi kirîza Sûriyê tê

Aug 31 2020

ARK NEWS... Hevserokê komîta distûra Sûriyê ya pêşerojê dibêje kirîza Sûriyê ne bi rêya leşkerî ve tê çarserkirin lê belê bi rêya siyasî ve dawî bi kirîzê tê.

Hadî Elbehra hevserkê şanda Opozisyona Sûriyê di komîteya distûra Sûriyê ya nû de roja Şemiyê piştî bidawîhatina gera sêyem ji civînên komîteya distûra Sûrî li Cinêvê di kongireke rojnemevanî de ragihand, ku bi çareseriya siyasî ne ya leşkerî kirîza Sûriyê tê çareserkirin û bi dawî dibe.

Herwiha ElbEhre tekezî li ser pêwîstiya rawestandina şer li tevaya Sûriyê kir, û got tevî ragihandina rêkeftinên rawestandina şer li Sûriyê lê hînjî şer berdewame, û tu pêşveçûnek di vê derbarê çê nebûye û şer berdewame.

Hevserokê komîteya distûra sûrî da xuyakirin, ku eger şer û êrîşên rêjîma Esed û hevalbendên wî berdewam bike wê Sûriyê rastî wêranbûna zêde were û tu pêşveçûnek di proseya siyasî de jî di rojên bê de çê nabe .

402