Tîmên endezyariyê mayînek li Efrînê teqand
ARK NEWS... Di dema şerê Efrîna Rojavayê Kurdistanê de bi hezaran mayîn hatin çandin û ta niha xelkê herêmê baca wan mayînan didin.
Duh li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê tîmên endezyariyê mayînek teqand, û tu ziyan nehatin tomarkirin.
Welatiyekî Mehmûdiyê taybet ji ARKê got ku dengê teqîneke bihêz hat bihîstin piştre diyar bû ku tîmên endezyariyê mayîn teqandiye.
Çavdêr dibêjin ku PYDê bi hezaran mayîn li Efrîn û navçe û gundên wê çandin, bi dehan welatiyên Kurd ji ber teqîna wan mayînan şehîd bûne, li hember wê yekê jî her dem û demekê teqîn ji aliyê girûpên çekdar ve jî rû didin, dîsa baca herî zêde sivîl didin.
Ş.E
386
