
Barzanî: "Barzan Xalid dengê Pêşmerge bû û herdem li bîra azadîxwazan de dê bimîne"
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî, nameyek bi koçadawiya Barzan Mela Xalid, belav kir, tê de got: Dengê Barzan Mela Xalid, dengê Pêşmerge û dengê azadîxwazî, xebat û berxwedana gelê Kurdistanê bû, û herdem li bîra azadîxwazan de dê bmînê. Naveroka nameyê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê gelê me û dengê zelalê ragihandina şoreşê (Barzan Mela Xalid) gihîşt me. Dengê Barzan Mela Xalid dengê Pêşmerge û dengê azadîxwazî û xebat û berxwedana gelê Kurdistanê bû û herdem li bîra azadîxwazan da dimînê.
Serxweşiyê li xwe û malbata niştimanperwer û têkoşerê xwedê jêrazî Barzan Mela Xalid û hemû hevalên wî û medyakar û xelkê niştimanperwerên Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
25 Tebax 2020
333