Welatiyekî Kurd ji 2012an ji aliyê rêjîma Esed ve binçavkirî ye
Aug 22 2020
ARK NEWS... Welatiyekî Kurd ji nişteciyên bajarê Helebê beriya 8 salan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye binçavkirin. Ta niha malbata wî tu nûçeyekê li ser nizanin.
Şiyar Bekir Hiso, ji sala 2012an ve ji kolana Elnîl ya Helebê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat binçavkirin.
Rêxistina Dengê Girtiyan ragihand ku welatiyê navbûrî jidayîkbûyê Helebê sala 1989an e, û ji nişteciyên taxa Hemdaniyê ya Helebê bû.
Heman rêxistinê banga diyarkirina çarenivîsa Şiyar Hiso kir, û ji hemû rêxistinan xwest ku destêwerdanê bikin, da ku agahiyan li ser welatiyê binçavkiriî bi dest xwe ve bînin.
Ş.E
814
