Serok Barzanî pîrozbahî ji Mihemed Hacî re şand
Aug 09 2020
ARK NEWS...Duh roja Şemiyê 08.08.2020 Serok Mesûd Barzanî di rêya telefonê re peywendiyê bi birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir û pîrozbahî jê re pêşkêş kir.
Di vê peywendiyê da Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera 44 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê li Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreter û serkirdayetî û kadir û endam û alîgirên wê partiyê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo xwest.
Her di peywendiya telefoniyê de tekez li ser birayetî û hemahengiya herdu aliyan ya ji bo pêkanîna berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê kir.
392
