Du sal li ser şehîdbûna Hekem Hikmet Sulêman re derbas dibin

Du sal li ser şehîdbûna Hekem Hikmet Sulêman re derbas dibin

Aug 04 2020

ARK NEWS... Îro, 4ê Tebaxa 2020an, du sal li ser şehîdbûna ciwanekî Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin, ku di bin eşkenceyê di zîndanên rêjîma Sûriyê de jiyana xwe ji da, û şehîd bû.

Desthelatdariya ewlehiya rêjîma Sûriya beriya du salan lîsteyek ji sivîlên ku di bin eşkenceyê di zîndanên rêjîmê de jiyana xwe ji dest dane, radestî navendên nasname û regeznameyan kir. Hijmarek ji wan navan, hatin navendên herdu bajarên Rojavayê Kurdistanê Hesekê û Qamişlo, ku di nav wan de navê ciwanekî Kurd beriya demekê hatibû binçavkirin hebû.

Ciwanê bi navê Hekem Hikmet Sulêman jî di nav lîsteya ku gehiştiye navenda nasnameya Qamişlo de hebû, ku di dibin eşkenceyê de di zîndana rêjîma Sûriyê de hatiye terorkirin û şehîd bûye.

Beriya heyvekê ji şehîdbûnê, Hekem Hikmet Sulêman ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji bo yedeka leşkeriya neçar hatibû binçavkirin, û di roja Şemiyê 4ê Tebaxa 2018an, ewlehiya rêjîma Sûriyê termê wî radestî kesûkarên şehîd kir.

Hekem Hikmet Sulêman, dema çareseriya xwe ya tendirustî li nexweşxaneya Niştîmanî ya bajarê Qamişlo didît, ji aliyê çekdarên rêjîma Sûriyê ve hate binçavkirin.

Hekem Hikmet Sulêman xelkê gundê Şermûx yê ser bi Qamişlo ve ye, xêzandar e, û bavê du zarokan e .

Her di vê derbarê de, jêderên opozisyona Sûriyê navê 8000 hezar sivîlên Sûriyê yên di bin eşkenceyê de hatine terorkirin belav kirin, ku ji wan jin û zarok jî hebûn. Tevî wê yekê jî hîn çarenivîsa bi hezaran ji welatiyên Sûriyê ne diyar e.

Ş.E

241