Amedekariyên şandina çekdaran ji Efrînê bo Yemenê têne kirin

Amedekariyên şandina çekdaran ji Efrînê bo Yemenê têne kirin

Jul 25 2020

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê amedekariyên şandina çekdaran weku nandoz û murtezeq ji bo derveyî Sûriyê têne kirin.

Rêvebrê rewnageha Sûriyê ya mafê mirovan di lêdwaneke televizyonî de da zanîn ku li taxa Vîlat ya Efrînê nivîsgehek ji bo tomarkirina navê çekdarên ku dixwazin li hember pereyan şer bikin hatiye vekirin.

Heman jêderê tekez kir ku ew çekdar dê ji bo Yemenê werin şandin.

Her di vê derbarê de jêderek taybet ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku çekdarên Emşat duh xulek leşkerî li navçeya Şiyê bi dawî anî.

Ji aliyê xwe ve çalakvanên Efrînê nîşan bi wê yekê dan ku çekdarên wê xula leşkerî dê ji bo Yemenê were şandin.

Ş.E

384