Xwecihiya Til Temrê civîna xwe li dar xist
ARK NEWS... Bi beşdariya piraniya endaman û endamê ofîsa encûmenên xwecihî yên ENKSê, xwecihiya Til Temerê ya ENKSê roja Duşemê20. 07.2020 civîna xwe ya normal li dar xist.
Di civînê de piştî xwendina raportê, berisva xwecihiyê ji ofîsa encûmenên xwecihî ya ENKSê ve û agahdarkirina endaman bi biryarên nû yên emîndariya giştî ya ENKSê.
Çawaniya ektîvkirin û pêşxistina xwecihiya Til Temer di nav cemawer de, û dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî û pêşhateyên danûstandin û têgihiştina aliyên Kurdî hatin gengeşekirin.
Herwiha xwecihiya Til Temer ya ENKSê di civînê de spasiya serok Mesûd Barzanî li ser rola herdem di piştevaniya doza Kurdî û danûstandinên di navbera aliyên kurde de li Rojavayê Kurdistanê kir.
353
