
Şandeke ENKSê bi cîgirê seroka perlemana Kurdistanê re civiya
ARK NEWS... Cîgirê seroka perlemana Kurdistanê roja Çarşemê 02yê Sibata 2022yan, pêşwazî li berpirsê komîta peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û şanda pê re kir.
Hêmin Hewarmî cîgirê seroka perlemana Kurdistanê pêşwazî li şandeke komîta peywendiyên derve ya ENKSê, bi serokatiya Kamîran Haco berpirsê komîtê, Îbrahîm Biro û Dr. Ismaîl Hesaf endamên komîta peywendiyên derve ya ENKSê kir.
Di civînê de dawîn pêşhateyên Sûriyê bi giştî û yên Rojavayê Kurdistanê hatine gotûbêjkirin, û tekezî li ser parastina mafên tevaya pêkhate û netewan li Sûriyê hate kirin.
Herwiha di civînê de herdu aliyan ronahî xistine ser karê nivîsandina destûrê Sûriya, û tekez kirin ku pêwîst e nasnameya kurdan li Sûriyê were parastin, û doza kurd li Sûriyê di rêya diyalogê re were çareserkirin.
456