Tevî astengiyan lê koçberkiriyên Efrînê li ser vegerê berdewam in

Tevî astengiyan lê koçberkiriyên Efrînê li ser vegerê berdewam in

Jul 18 2020

ARK NEWS... Tevî rêgirî û astengiyan, Derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê yên li kampên Şahbayê li derdora Helebê dimînin, di vegera ser mal û milkên xwe de berdewam in.

Jêdereka taybet nexwest navî wî were eşkerekirin ji ARKê re da zanîn ku, ji beriya çend rojan ve hijmark ji malbatên Kurd ji Şehbayê vegeriya Efrînê.

Heman jêderê tekez kir ku, malbatên vegeriyane ji jiyana kampan bêzar bûbûn, lewma biryara vegerê da.

Ji dema Şer Efrînê ji beriya du salan ve dest pê kiriye û derdora 300 hezar Kurdên Efrînê berê xwe dan Helebê û kampên Şehbayê, û ta niha di rewşeke xerab de dijîn. Herdem daxwaza wan ew e ku bi gerentî vegerine ser mal û milkên xwe.

Ş.E


521