Mihemed Ismaîl: Em li dijî kuştina sivîlan e û divê doza Kurdî û yên din werin çareserkirin

Mihemed Ismaîl: Em li dijî kuştina sivîlan e û divê doza Kurdî û yên din werin çareserkirin

Nov 13 2023

Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê, û sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya naveroka civîna Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê diyar kir.

Mihemed Ismaîl, ji ARKê re da zanîn: Di civînê de me behsa pêşhateyên dawiyê û encamên şerê Israîl û Xezeyê kir, me tekezî li ser wê yekê kir ku em li dijî kuştina sivîlan e, û divê aliyên tundirew werin jinavbirin.

Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê got: Li aliyekî din me gerên dawiyên yên ENKSê li Herêma Kurdistanê, û li gel balyozê Rûsî û nûnerên desteya danûstandkara Sûriyê, nirxandin.

Di civînê de tekezî li ser ektîvkirina kar, rol û komîtên di nava ENKSê de hat kirin, her weha Eniya Aştî û Azadiyê, ku ENKSê tê de bibe nûnerê doza gelê kurd û doza Sûriyan bi tevahî.

Emîndariya Giştî ya ENKSê mehane civîna xwe li Rojavayê Kurdistanê li dar dixe, û hejmarek mijar û babet gotûbêj dike.

Kesûkarên zarokên revandî ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqratîk, QSDê ve, daxwaza vegerandina wan dikin.

277