Tora Sûrî: Bêtirî 30 hezar zarokî ji Adara 2011an ve hatine kuştin

Tora Sûrî: Bêtirî 30 hezar zarokî ji Adara 2011an ve hatine kuştin

Nov 20 2023

Di Roja Cîhanî ya Zarokan de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raporta xwe ya salane ya 12an, derbarê binpêkirinên li dijî zarokan de li Sûriyê derxist.

Di raportê de hatiye ku ji Adara 2011an ve, 30127 zarok li ser destên tevaya aliyên nakok li Sûriyê hatine kuştin, ji wan 23022 li ser destê Rêjîmê, 2049 Rûsiya, 958 rêxistina DAIŞê, û 74 li ser destê çekdarên Tehrîr Elşam.

Herweha 260 zarok li ser destê QSDê hatine kuştin, û 1009 ji aliyê tevayê girûpên çekdar/Artêşa Niştîmanî ve, û 926 ji encama êrîşên hêzên Hevpeymaniyê, hatine kuştin.

Raporta Tora Sûrî, tekez kiriye ku ji 2011an ve, nêzîkî 5229 zarokan, girtî yan windabûyên neçarî ne, ji wan 3696 li ser destê Rêjîmê, 803 li ser destê QSDê, û 364 ji aliyê girûpên Çekdar ve.

Û serbar kiriye, ku 198 zarok di bin eşkenceyê de hatine kuştin, ji wan 190 ji aliyê Rêjîmê ve.

Derbarê leşkerkirina zarokan, Rêjîma Sûrî 1493 zarok leşker kirine û 67 ji wan hatine Kuştin.

QSDê tevî ku pilaneke kar ya hevbeş bi NY re ji bo rawestandina leşkerkirina zarokan, îmze kiriye, lê piroseyên leşkerkirina neçarî berdewam in, ta niha 296 zarok di leşkerkirina neçarî de ne, û nêzîkî 260î hatine kuştin.

Li gor raportê, tevaya girûpên çekdar / Artêşa Niştîmanî, serbarî kuştin û girtinê, zarok leşker kirine û 12 zarok di şer de hatine kuştin.

Raportê tekez kiriye, tevî hejmara mezin ya yasayên navdewletî yên taybet bi zarokan, Lê binpêkirin di dermafê wan de li Sûriyê ji 11 salan ve ranewestiyane, û aliyên nakok tu rêz li wan yasayan negirtiye.

Tora Sûrî her li ser giringiya standina hemû rêkarên yasayî, siyasî û darayî dermafê Rêjîm û tevaya encamderên binpêkirinan, di nakokiya Sûrî de tekezî kiriyê, ji bo fişareke bêtir berev pabendbûnê bi girtina rêzê li mafên zarokan.

122