Rola Jina Kurdistanî di Dîroka nêzîk de:

Rola Jina Kurdistanî di Dîroka nêzîk de:

Jul 05 2020

Rola Jina Kurdistanî di Dîroka nêzîk de (Margrêt Corc)

Ji Zimanê Erebî / Kurdistan Elî

Destpêkê ji giringiya Gotinêye kû em bêjin ji Erkê meye Wekî Jin em rûpelên Dîrokê Pel bi Pel ji ser hev rabikin û Tozê ji ser vemaliin da kû bikaribin Rola jinên Kurdistan ji nêzik ve nas bikin,belê jibo vê Armancê, ka em berê xwe bidin Hindek Ropelên Dîroknasiyê ji Pirtoka Şêx Zêdo Ba'edrî li ser Têkoşera Şehîd Margrêt Corc./

Pakrawana pêşmerge (Margrêt Corc) ya di Dîroka 26 _12 _1969 , di Şerekî giran de li dijî Rêjîma B'esa Fasişt Şhîd ket ew keça Welatperwer û Partîzan cihekî wê yê birêz û bilnd hebû li def Bavê Netewa kurd nemir Barzanî, wekû tê zanîn ew yekemîn Keç bû Çek hilgirt li tenişta Bav û Birayên xwe yên Pêşmerge, di jiyê xweyê 19 Salîde tevlî Hêza pêşmergan bû û beşdarî di Şoreşa Eylolê de kir û karê xwe yê çekdarî 8 Salan berdewam kir û beşdariya wê di gelek Operasiyon û meydanên şerde li gel Pêşmerge û Têkoşeran; Hiso Mîrxan,Elî Xoşevî û Pakrawan Mele Şîn yê kû di Destpêka Şerde Şehîd ketî, _ Herweha Roleke wê ya mezin hebû di Şerê Zawîtede bi şehdebûna û piştrastkirina hevalên wê bi Rola Şervaniya wê û lehengiya wê di Şerde .

Herweha Rola wê Keça Aşûrî Rolek mezin hebû di bilind bûna Moralan de û xurtbûn û bihêzbûna Çalakîyên jinê di Şoreşa Eylolê de, yanî ew Jina şoreşger bû sebeb û hokara sazkirina Girûpeke mezin ji Jinên Çalak û Têkoşer kû tevlî Sengerê Şerbûn di wê demê de , û li ser lehengiya wê gelek Hozanvanên kurd û nivîskar wekî Helbest van Qadir Qacax , û Hozanvan Cilkî û hindekî din axivîne û nivîsîne.

Ew Şehîda herdem zindû di nav Gelê Kurd de li Kurdistanê peykerê wê hat danîn li Parêzgeha Dihokê .
Û ji cudahiyên kû mirov têde ecêbmayî û matmayî dimînê kû Roja ji Daykbûna wê Têkoşerê û Roja Şehîdbûna wê di Eynê Rojêde li rastî hevhatin.
ROJBÛN :26.12.194
ŞEHÎDBÛN:26.12.1969

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

629