Binpêkirin li Efrînê berdewam in

Binpêkirin li Efrînê berdewam in

Aug 27 2018

ARK NEWS .. Şer û pevçûnek giran navbera girûpeke çekdar û polîsên leşkerî li navenda bajarê Efrînê rûda û sedem jê ku giliyek ji polîsan re hat ku çekdaran dest danîne ser mala welatiyekî Kurd û naxwazin radest bikin.

Rewangeha Sûriyê Ya Mafê Mirovan ragihand ku şer di navbera çekdarên Ehrar Elşerqiyê û polîsên leşkerî li navenda bajêr nêzîk navenda Seraya derket û ew şer hewlên polîsên leşkerî ji vegerandina mala welatiyekî Kurd ku giliya xwe pêşkêş kiribû û ji ber ku çekdarên Elşerqiye razînebûn mala wî welatiyê radest bikin şer rûda û di encamda Yek ji polîsên leşkerî birîndar bû û şer berdewam kir da ku hêzek ji artêşa Turkiyê xwe gihand cihê bûyerê û şer rawestand .

Tevî ragihandina Encûmena Islamî ya Sûrî ji qedexekirina desteserkirina mal û milkên welatiyan lê hîn binpêkirin û talankirin û desteserkirin berdewam e .

Rewangeha Sûriyê Ya Mafê Mirovan di raporta xwe de da xuyakirin ku karê êrîşên bi şev ango mudahemat berdewam e çi ji aliyê girûpan ve be yan ji aliyê kesayetiyan be herwiha sepandina bacan ser welatî û bazirgan û cotkaran hîn berdewam e serbarî rawestandina otombêlên ku ji navenda bajêr derdikevin û berovajî ew jî bi mebesta xwestina pareyan ser rêwiyan herwiha gelek caran diyardeya xwestina pereyan beramberî serbest berdana welatiyan ji zîndan hatiye der ew jî bi navê fidye tê naskirin .

Rewangehê herwiha di raporta xwe li gor jêderên xwe daye xuyakirin ku girûpên çekdar tometan arastey welatiyan wek endamtiya PYDê dikin daku bi karê talan û desteserkirinê rabin beriya demekê li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê çekdarekî ji Ceyş Elşerqiye bi tometa endamtiya kurê pîreke Kurd ji PYDê li pîrê da û ew jî piştî ku pîra Kurd razînebibû mala xwe radestî wî çekdarî bike û ji ber nakokiyeke devkî wî çekdarî li wê pîrê dabû bê ku hurmeta temenê wê yê mezin bigre .

Di 21ê Tebaxê de çekdarine ji Sultan Murad keblên veguhestina eliktirîkê nêzîkî dewra Newroz vekirin û ji xwe dizîn da ku bazirganiyê pê bikin û dema ku xelkê wê taxê hest bi diziyê kirin û pirsiyar kirin bersiva wan ew bû ku ew diz in û ew dê eliktirîk dirust bikin û tevî derbasbûna dewriyek ji polîsên leşkerî û rûdana şereke devkî lê karê dizî bernedan piştre zirîpoşek artêşa Turkiyê di wê derê re çû çekdarên Sultan Murad neçar bûn birevin û careke din vegeriyan diziya xwe û ew dizî Sê demijmêran berdewam kir.

Di dawiya raporta xwe de Rewangeha Sûriyê Ya Mafê Mirovan tekez kiriye ku xelk giliyên xwe arastey berpirsan dikin lê tu kes guhdanê nade giliyan ku beriya demekê parçe vîdiyoyek hatibû belavkirin têde girûpên çekdar pereyan beramber serbest berdana wî welatî dixwazin û tevî bihîstina aliyên berpir ji wê mijarê re lê tu alîkariyên guncaw ji bo serbest berdana wî welatiyî ne hate kirin.

738