PDK-Sê beşdarî şîna Silêman Nemo de kir
Jul 01 2020
ARK NEWS... Şandek ji serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-S, beşdarî di mearsîmên şîna xebatkar Silêman Nemo bavê şehîdê leşkerê Roj Mihdî de kir.
Şanda PDK-Sê bi serokatiya Ebdulkerîm Mihemed endamê Polîtbîroya PDK-S, û endametiya Salih Cemîl û Ebdulrehman Qasim endamên komîteya Navendî ya PDK-Sê û jimareyek ji kadir û endamê partiyê pêk dihat.
Şanda PDK-Sê sersaxî ji malbata Silêman Ne'mo re xwest, ku roja Yekşemê rêkefta 28ê Hizêrana 2020, bi sedema kirîzeke dil koça xwe ya dawî kiribû.
563
