Nêzîkî 3000 penaber ji Herêma Kurdistanê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê

Nêzîkî 3000 penaber ji Herêma Kurdistanê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê

Jun 27 2020

ARK NEWS... Komisyona Karûbarên Penaberan li Duhok ragihand, ku 2850 penaberên Kurd vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsê ragihandina Komisyonê Reşîd Husên got, ku sedema vegera penaberên Sûrî bo welatê wan ew e derfetên kar bi dest wan neket, û rewşa jiyanê ya zehmet li kampê. Serbar kir ku nexweşiya vayrosa koronayê bû sedem, ku derfetên kar li Herêma Kurdistanê nemîne.

Navbûrî amaje bi wê yekê jî kir, ku rêveberiya dergehê her yek ji rojên Yekşeme û Çarşeme di hemû heftiyekê destnîşan kiriye da ku penaber vegerin Rojavayê Kurdistanê.

270