Efrîn... Du Kurd di teqîna Mehmûdiyê de şehîd bûn
ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh teqînekê rû da, di encamê de, du welatiyên Kurd şehîd bûn û hijmarek birîndar ketin.
Welatiyekî Efrînê ku yek ji nişteciyên taxa Mehmûdiyê ye, taybet ji ARKê re ragihand: Teqîn li taxa Mehmûdiyê li ser rêya Raco çê bû.
Haman jêderê da zanîn jî: Matorek bombirêjkirî teqiya, di encamê de du welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn, û hijmarek birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve, jêdereke din taybet ji ARKê re tekez kir: Nasnameya şehîdan wiha ye, welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Tahir Hemalîko yê 33 salî ji gundê Husê yê navçeya Mabeta ye, xêzandar e û bavê 2 zarokan e. Yê din jî bi navê Îsa Husên ku 17 salî ya ji gundê Maratê ye.
Teqîna Mehmûdiyê tu aliyekî ta niha li xwe negirtiye û nexistiya stûyê xwe de.
Ş.E
663
