Teqînek li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê çê bû

Teqînek li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê çê bû

Jun 09 2020

ARK NEWS... Li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrîna Rojavayê Kurdistanê duh 8ê Hizêrana 2020, teqînek rûda û ziyanên canî û madî hatin tomarkirin.

Welatiyekî Kurd ku nişteciyê taxa Mehmûdiyê ye nexwest navê wî were eşkerekirin taybet ji ARKê re ragihand ku dengê teqîneke bihêz hate bihîstin piştre diyar bû ku li gulsitana Mehmûdiyê ew teqîn rû daye.

Heman jêderê li ser zarê jêderên agahdar nîşan bi wê yekê da ku teqîn ji derencama bombeyek bombirêjkiriî hat encamdan.

Derbarê ziyanan jêderê anî ziman ku zarokek û jineke ereb birîndar bûn, û birînên wan gelekî sivik bûn herwiha hin ziyanên madî gihiştin gulistana taxê.

Ş.E

254