Serok salvegera 57an ya şehîdbûna hijmarek ji tekoşerên Silêmaniyê anî bîra xwe

Serok salvegera 57an ya şehîdbûna hijmarek ji tekoşerên Silêmaniyê anî bîra xwe

Jun 09 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî, îro 9ê Hizêrana 2020, nameyek di salvegera 57an ya şehîdbûna hijmarek ji xebatkarên Kurdistanî li bajarê Silêmaiyê belav kir.

Serok wiha dest bi nameya xwe kir: "Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan, Kêm roj hene ku bîranîn û salvegerên karesat û êşên gelê Kurdistanê tê de nebê".

Serok da zanîn: "Îro salvegera karesateke dinê pir bi qurbanîdana xelkê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê ye. 57 sal berî niha li 9 ê Hezîrana 1963 de dehan têkoşerên Silêmaniyê ji ber ku amade nebûn sivikayetî bi cenabê Barzaniyê Nemir û hêmayên neteweyiyên wan bikin, bi destê celadê wê demê (Zeîm Sidîq) bi awayeke dirindane hatin şehîdkirin".

Tekez kir: "Ew şehîdên serbilind mînaka niştimanperwerî û resenayetiya bajarê Silêmaniyê ne.

Di dawiya nameya xwe de got: Di vê bîranîna diltezîn de silav ji bo şehîdên 9 ê Hezîranê û hemû têkoşerên resenên Silêmaniyê re dişînîn.

Ş.E

258