PDK-Sê li Giwêlanê bi destpêşxeriyeke mirovî rabûye

PDK-Sê li Giwêlanê bi destpêşxeriyeke mirovî rabûye

Apr 02 2020

ARK NEWS... Rêxistina derdora Hewlêrê ya Partiya Demoqrata Kurdistan _ Sûriya, bi destpêşxeriyekê rabûye û dabeşkirina madeya nên li ser hijmarek malbatan re xistiye stûyê xwe de.

Serhan Hesen endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan _ Sûriya ji malpera fermî ya PDK-Sê re ragihand ku, bi dabeşkirina madeya nên li ser 40 malbatî li kampa Giwêlan ya penaberên Rojavayê Kurdistanê re radibin û rojane ew kar xistine stûyê xwe.

Navbûrî da zanîn jî ku, ev hilmet ta dawiya qedexekirina hatûçûnê, û bidawîhatina petaya koronayê dê berdewam be.

Beriya çend rojan her yek ji rêxistinên PDK-Sê : Duhok, Domîz, Roj li Duhokê û Kewregosk û Qoştepe li Hewlêrê alîkariyên mirovî li ser penaberan re belav kirin.

Ş.E

520