Mehane malbata Sûriyê pêwîstiya wê bi bîhtir ji 13 Meliyon leyre heye

Mehane malbata Sûriyê pêwîstiya wê bi bîhtir ji 13 Meliyon leyre heye

Jul 02 2024

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku di destpêka vê mehê de kêmtirîn rêjeya jiyana mehane ya malbateke sûrî ya ji pênc kesan pêk tê digihe (8.1) melyon lîreyên sûrî.

Li gor rojnameya Qasiyûn, lêçûna her malbateke sûrî bîhtir ji (13) melyon lîreyan bilind bûye, ku bi qasî (538) hezar lîreyan zêde bûye, berewerdî bi dawiya meha Adara borî de.

Li gorî malpera Sewt El-Asîmah, mûçeya herî kêm 280 hezar lîreye, ku ev yek bargiraniyek mezin li ser malbatên Sûrî dike.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir ku kêmtirîn lêçûnên ji bo pêdiviyên din ên pêwîst, %40ê ji lêçûna giştî ya jiyanê pêk tînin, wek xanî, çûnûhatin û xwendinê, jî bilind bûne.

201