Elherîrî çû Efrînê

Elherîrî çû Efrînê

Oct 31 2020

ARK NEWS... Serokê hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê,Nesir Elherîrî seredana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kir û bi encûmena xwecihî re civînek li dar xisti.

li gor ku hatiye ragihandin êş û azar û gilî daxwazên şêniyên Efrînê guhdar kirin.

Malpera fermî ya Itîlafê da zanîn ku di civînê de hijmarek muxtarên bajar û hin gundan û endamên komîta vegerandina mafan amede bû,

Di perçe vîdiyoyekê de li ser torên civakî belav bû tê de jineke Efrînê ji gundê Husê bi girî û şîn gilî û gazinên xwe dike û dibêje jêdera wê ya sereke hatiye dizîn û desteserkirin, û Elherîrî jî soza vegerandina mafê wê dide

Her civînê de pêtir ronî xistin ser karê komîteyê da ku maf û mal û mulkên ku hatine dizîn ji xwediyên rastqîne re werin vegerandin,

Malpera fermî ya Itîlafê tekez kir ku 254 daxwaz ji xelkê Efrînê hatin pêşkêşkirin û piraniya wan çareser bû, û mal û firoşgeh û zeviyên wan kesan hatin vegerandin,

Ji beriya çend rojan komîteyek hat damezrandin bi nave Red Elmezalêm, wate vegerandina mafan ji kesên rastî dizî û desteserkirin hatine, lê tevî wê yekê jî kiryarên dizî û desteserkirinê li herêma Efrînê berdewam e, û her çend gund biryara xwe ji serkirde û fermandarên xwe werdigirin, û pabendî bi biryarên Itîlaf û hikûmeta Sûriyê demkî nakin

Li Efrînê ev pêtir du sal û nîv derbas dibin hîn rewş aram nebûye û dizî û talankirin, teqîn navnîşana sereke ye, herî dawiyê di heman dema Elherîrî li Efrînê bû teqînek li Basûtê çê bû ew teqîn jî wek her teqînekê bi bê lêpirsîn û vekolînê derbas bû.

Ş.E



.






293