Ne ji ARKê ba komkujî dê bihatina jibîrkirin

Ne ji ARKê ba komkujî dê bihatina jibîrkirin

May 13 2020

Ne ji ARKê ba komkujî dê bihatina jibîrkirin
Şêxo Efrînî

Ji dema ku ARK hatiye damezrandin ez yek ji şopînerên wê me, her ku dem dibû 6, ez li ber dimam, û min nûçeyên wê kenalê guhdar dikir.
Em gelek kêfxweş dibûm dema me didît ku êdî dengek heye li dijî kesên xwe kirine desthelatdar radiwestin.

Nerîna min ew e, eger ne ji ARK ba, bi dehan komkujî dê bihatine pêçandin, û ji dêrokê bihatine rakirin û jibîrkirin.

ARKê li ser her komkujiyekê li dijî Kurdan rawestiya, li gor karîn û şiyanên xwe kiryarên nemirovî riswa kirin.

Kîjan kenal weke ARKê li ser mijara girtiyan rawestiya? Kîjan li ser komkujiyan rawestiya?
Kijan li ser her heşt efserên Kurd weke ARKê rawestiya?

Ne ji ARKê ba, di dehên tawan û komkujiyên ku ji aliyê PYDê ve hatin encamdan dê bihatine jibîrkirin, lê belê ARKê, bihêz li hember wan kiryaran rawestiya, lewma bû armanca kesên dixwazin bi tenê di qadê de bimînin.

Silav ji ARKê re, ji bo birêvebir û endamên wê, ku bi dilsozî û wefedarî xizmeta doza gelê xwe dikin, ew karmendên ku 8 mehan bê pare kar kirinê û li ber xwe dan û nerawestiyan, ma gelo kesên êrîşên tund arastî ARKê dikin, dikarin bi tenê mehekê bê pare kar bikin??


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

442